PKKe xelkê gundan weke mertal bo xwe bi kar tîne

PKKe xelkê gundan weke mertal bo xwe bi kar tîne

Çekdarên PKKê ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirkiyê bi parêzin, liv û tevgerên xwe xistine nava gund û dorbera bajarokan, PKKe vê yekê dike ji bo ku şêniyên gundan ji boy wan bibin mertal.

Îro roja sêşemî 1/6/2021an, arteşa Tirkiyê aqarê gundê Hirûrê li devera Berwarî Bala li başûrê Kurdistanê topbaran kir, êrşê liv û tevgerên çekdarên PKKê kirin armanc, lê belê bi vê sedemê hemwilatîyekê gundê Hirûrê birîndar ketîye.

Çavkaniyên pêgeha me li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ev êrîş li saet 11:20 berî nîvrojê pêkhatîye û kesê ku birîndar ketî, bi navê Remezan Elî Ebdulrehman tê nas kirin û temena wî 55 salin.

Rêxistina PKKê ji paş dijwarbûna êrîşên Tirkiyê, liv û tevgerên çekdarên xwe xistine nava gundan, ji bo ku şêniyên gundan ji bo wan bibin mertal û nekevin ber êrîşan, bi vê sedemê ji sala rabûrî pêtirî 20 sivîl ku tev şêniyên gundên Başûrê welatin, şehîd û birîndar ketine.

Pustên heman beş