Ji aliyê asayîşa YNKê ve hat dersînorkirin lê piştre bi mirî hat dîtin

Cenazeyê wilatîyekê Îranî ku bera canê xwe ji dest bide ji aliyê asaiyşa YNKê ve hatibû desteserkirin li navçeyên sînorî yên nêzî Pêncuwînê tê dîtin.
Hemwelatîyekê îranî bi navî “Firîdûn Mihemd Sidîq Muradî”, li roja 17/12/2020an, ji aliyê birêveberiya nîştecêbûna parêzgeha Silêmaniyê ji bûy dergehê sînorî yê Seyranben li sînorê bajarokê Germik yê ser bi bajarê Pêncuwînê tê şandin û li saet 5:30 heman rojê tê dersînorkirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, yek ji karmendên asayîşa Germik, saet 9:30 şevê pêwendiyê bi îdareya deriyê Seyranben dike û wan haydar dike ku kesê hatiye dersînorkirin di dema vegerîne Herêma Kurdistanê bi rêya qaçax ji hêla asayîşa YNKê ve dîsa hatiye desteserkirin.
Çavkaniyên me her weha eşkere kir, yek ji kolberên rêya qaçax a Kune Mêrû li nêzî deriyê Seyranben, li saet 6î roja 21/12/2020an, anku paş 5 rojan cenazeyê Firîdûn Mihemed Sidîq Muradî bi awayek tazî di nava berfê de li heman rêyê dîtiye û piştre rakiriye nexweşxaneyeka bajarê Silêmaniyê.
A di vê bûyerê de balkêş eve ku li ser cesed û rûyê navbûrî bi giştî şûnwarên lêdan û Îşkenceyên giran xweya dikir.
Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji hin çavkaniyên xwe yên li Silêmaniyê bi dest xistine, ev wilatiyê Îranê bera ku were dersînorkirin ji aliyê asayîşa YNKê ve hatbû desteserkirin û li ser daxwaza asayîşê bi xwe ev wilatiyê Îranê hatiye dersînorkirin.
