Li Hesekê Ji ber teqînekê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li Hesekê Ji ber teqînekê kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Ligor zanyariyên K24ê , îro danê sibê motorsîkletekî bombekirî li nêzîkî rêbenda Xezil ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li rojhilatê Hesekê teqiya.

Herwiha li gor nûçeya K24ê di encamê wê teqînê de kesekî sivîl hate kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn, yek ji wan zarok e û Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêç kir û dest bi lêkolînê kir.

Pustên heman beş