35 Kurdên Rojhilat li ser çalakiyên siyasî tên girtin

Di meha rabûrî de, herî kêm 35 hemwilatiyên Rojhilata Kurdistanê bi cînayeta çalakiyên siyasî û alîkarîya partiyên Kurdistanî yên dijî rejîma Îslamî hatine desteser kirin.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, di meha gulana îsalê de, herî kêm 35 Kurdên Rojhilata welat bi cînayeta çalakiyên siyasî, alîkarîya partiyên Kurdistanî û beşdarî di hin merasîman de, ji hêla hêzên ewlehîya Îranê ve hatine desteser kirin.
Dest nîşan kir, ji sercema van kesan, 23 bi cînayeta çalakiyên siyasî û pêwendîya bi partiyên Kurdistanî, yên din bi sûça çalakiyên medenî û mezhebî hatine desteser kirin.
25 kesên desteser kirî yên parêzgehîya Sine, 8 yên Urmiyê û 2 jî yên Îlamê ne, her wiha 2 ji wan jin û 2 jî medyakar û yêk xwendkare.