Li gor zanyariyên di sosyal medyayê de hatî parvekirin, dema çend rojane ku ji encama pîlanên rejêma Îranê, prisgirêk di nêvbera du taîfên “Kuîk û Qelxanî” li navçeya “Dalleho” ya ser bi parêzgeha “Kirmanşan” a Rojhilatê Kurdistanê çêbûne û her ji ber vê sedemê 5 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî brîndar bûne.
Navçeya Dalleho a ser bi bajarê Kirmaşanê, cihê kurdane û ji Ol û taîfên cûda weke şî’e, Sone û Yarsan “Kakeyî” pêk tê û bi sedan salane bêy hebûna ti pirsgirêkekî bi hevre dijîn.
Tevî ku wisa hatiye berçavkirin ku ev pirsgirk bi sedema erdên çandinîyê derketiye holê, lê belê rejêma Îranê bi rêya kirêgiritîyên xwe vê pirsgirêkê gur dike û şer mezin dike.
Paş ku şer mezn bûy, Seîd Nesredîn Heyderî, rêberê Yarsanîyan “Kakeîyan” li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li her du aliyan kir dawyê bi şer bînin û nakokiyên di nêvbera xwe de çareser bikin. Rêberên taîfa “Kuîk” jî daxwaza aram bûna rewşê dikin.
Hevdem partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û medenî li navçeyê daxwaza ragirtina şer û pûçkirina vê pîlana rejêma Îranê dikin, lê belê li gor dawî agahiyan, rejêma Îranê hin ji kirêgiritîyên xwe li navçeyên din anîne vê navçeyê û dixwaze nakokiyên di nêvbera kurdan de li vê navçeyê kûr bike û pirsgirêkê mezintir û aloztir bike.
Hêjayî gotinê ye, tevî nêzîkbûna hilbijartinên Îranê û bi taybet hilbijartinên encûmenên bajar û gundan, pir caran di nêvbera taîfe û hozên kurd de nakokî çêdibin.