Piştî ku li herêma Minbic ku piraniya rûniştvanên wê Ereb in û di bin deshilata Rêveberiya Xweser de ye ji ber nebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatin kirin û 4 kes jî hatin kuştin, rêveberiyên sivîl û meclîsa leşkerî daxuyanî dan.
Fermandarê giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di daxuyaniya ku Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbicê, rûspiyên êlên herêmê û fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beşdarî kirin de 3 biryar eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Minbic û gundewarên wê di şert û mercên hesas re derbas dibe ku divê hemû bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî xwîna şehîdan û ewlehiya Minbicê û xelkê wê bînin cih. Lê mixabin di 2 rojên dawîn de bûyerên biêş rû dan ku di encamê de xelkê me yê ku daketibû qadan, birîndar bûn ku banga daxwazên xwe yên rewa dikirin.”
Di berdewamê de wiha hat gotin: “Li gorî civîna me ya bi rûspiyên êlên Minbicê re û li gorî daxwaz û pêşniyarên wan û ji bo parastina ewlehiya bajêr û jiyana hevbeş a şêniyan û rêgirtina li pêşiya fitneyê, me li ser van xalan li hev kir:
1- Rawestandina hemleya pêkanîna erka xweparastinê li Minbicê û gundewarên wê ku divê careke din di ber çavan re were derbaskirin.
2- Divê hemû kesên di bûyerên dawîn de hatine girtin, serbest werin berdan.
3- Divê komîteyeke lêpirsînê were avakirina da ku detayên gulebarandinê lêkolîn bike û hesabê ji kesên ku têkiliyan wan di bûyerê de hene, were xwestin.”