Medyayên ku giringîyê bi nûçe û rewşa Rojhilatê Kurdistanê didin ragihand ku hin kesên ser bi supayê pasdarên Îranê bi hevkariya îdareya belgekirina zanyariyan û hevkariya îtîlaata supayê pasdaran li bajarê “Nexede” yê ser bi parêzgeha Ormîyê li Rojhilatê Kurdistanê, bi merema bi Turkkirina Nexede givaşê li ser malbatên kurd yên li hin taxên kurdan dikin û jêre dibêjin divê hûn malên xwe çûl bikin û her wisa dest daniye ser hin zeviyên çandinîyê û mulkê kurdan li vê navçeyê.
Çavkaniyên medyayî her weha eşkere kir, rejêma Îranê bi merema çûlkirina taxên kurdan û nîştecî kirina Turka kar dike û pêş niha jî ev karane li Nexede encam dayîne.
Li gor zanyariyan hin kes bi hevkariya îdareya tomarkirina belgenameyan û îtîlaata supayê pasdaran, belgeyên sexte ji boy malan li taxên “Balixçî, Hacî Xidir, Qadirî û Taxê Meydana Kawiyan” û hin taxên din çêkirine û gefan li xelkê dixwen ku divê wan malan çûl bikin.
Çavkanî bas li vê yekê dikin ku ew kesên dest daniye ser zeviyên dêm ên dinêvbera “Hewt Kanî û Sultan Yeqûb”da dixwazin wan zeviyan dagîr bikin.
Hevdem bi merema bi Turkkirina navçeya Nexedê, bajarokek di nêvbera gundên “Gozegîran û Dize” çêkiriye û hejmarek zêde ji xelkê ji bajarên weke “‘Eceb Şêr û Azerşehir” anîne û bi hinceta vê yekê ku di pirojeya çêkirina tunelan de kar dikin, li wirr nîştecî kirine û hemû xizmetguzarî û hêsankarî ji wan re encam dayîne.
Hevdem navên kurdî yên tax, cadde û meydanên nava bajarê Nexede û Çiyayên vî bajarî guherîne û navên Tirkî li ser wan danîne.
Hêjayî gotnê ye rejêma Îranê ji bilî bajarê Nexedê li bajarên “Bîcar” û “Qûrwe” yên ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî hewl dide pîlana bi Turkkirinê bicî bike.