Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bazirganekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan, duh roja çarşemî danê sibê 2/6/2021an Pasdarên Îranê li nêzîkî gundê Bilke yê bajarokê Bane li parêzgeha Sine, otomobîla bazirganekî Kurd bi navê Husên Ferecî (63 salî) dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ew bazirganê Kurd hat kuştin.
Pasdarên Îranê bi gumana ku barê qaçax di otomobîla wî bazirganê Kurd de heye, otomobîl dabûn ber guleyan.