Berpirsê PKKê yê bi navê «Selahetîn Dede» hat kuştin

Berpirsê PKKê yê bi navê «Selahetîn Dede» hat kuştin

Berpirsekê PKKê bi navê “Salaheddin Dede”, ket ber êrîşeka artêşa Tirkiyê, ew li gel 3 çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Ajansa Anadolê a dewleta Tirkiyê belav kirîye ku berpirsê PKKê yê bi navê Salaheddin Dede û bi kod navê Zagros, di êrîşeke MIT ê de li nava xaka Îraqê hatîye kuştin, di êrîşê de, 3 çekdarên rêxistinê jî hatine kuştin.

Dest nîşan kir, wan teqîba Zagros krîye wexta li 19 meha rabûrî ji Sûriyê derbasî Îraqê bûy ku çek û teqemenî ji boy rêxistina PKKê derbas dikir.

Piştre êrîş li ser hat kirin, ew li gel 3 çekdarên PKKê li nava xaka Îraqê hatin armanc girtin.

Li gorî ajansa Anadolê, Zagros di lîsta Gewir a kesên daxwaz kirî a dewleta Tirkiyê de cî digirt.

Pustên heman beş