Li Sêwasê 9 kesan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da

Li Sêwasê 9 kesan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Golova ya Sêwas a Bakurê Kurdistanê ji ber li hevdana du otomobîlan 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li gundê Çatakli ya ser bi navçeya Golova ya Sêwasê pêkhat û otomobîlekî li otomobîla li hember dihat da û herdu otomobîl jî li otomobîleke din ketin.

Li ser agahdar kirina hemwelatiyan gelek tîmên tenduristiyê çûn cîhê bûyerê, lê di wesayîtên ji hev belavbûyî de termê 9 kesan hate derxistin.

Parêzgerê Sêwasê Salih Ayhan jî ragehand: Li navçeya Golova du wesayîtan li hevdan. Li gor agahiyên destpêkê 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş