Polîsê Îranê Kurdekî Rojhilat bi îşkencê kuşt

Polîsê Îranê Kurdekî Rojhilat bi îşkencê kuşt

Hat ragihandin ku welatiyekî Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi îşkenceya polîsên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku Nasir Kerîmê 27 salî yê xelkê Bokan a parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bi îşkenceya polîsan hat kuştin.

Hat diyarkirin ku Kerîm 30ê Gulana 2021an ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ew şandibûn girtîgeha Bokanê.

Li gorî zanyariyan Nasir Kerîm dema tê binçavkirin, rastî îşkenceya giran a polîsên Îranê hatiye û ji ber ku ew nebirine nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye

Pustên heman beş