Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ev dema du rojane di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn berdewam in. Îro di encama şer de cerdevanek hat kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Duh jî cerdevanek û leşkerek hatibûn kuştin û 4 leşker birîndar bûbûn.
Li herêma Ûranis (Anadere) a ser bi Tetwanê ve li parêzgeha Bedlîsê ev du roj in di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn dirust bûn.
Parêzgariya Bedlîsê duh ragihandibû ku di encama şer de cerdevanek û leşkerek hatine kuştin û 4 cendirme jî birîndar bûne.
Piştî wan şer û pevçûnan artêşa Tirkiyê operasyona li herêmê berfireh kiribû, hejmareke zêde ya leşker û cerdevan bo deverê veguhastibûn û li 10 gundên wê herêmê qedexeya derketina derve ragihandibû.
Li gor zanyariyan îro jî di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şerekî dijwar derket. Di encama şer de cerdevanê bi navê Cahît Çelîk hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.
Piştî kuştina leşkerek Tirkiyê li gundê Anadere yê ser bi navçeya Tetwana Parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, li 10 gundên wê navçeyê bo demek nediyar qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin. Li gor daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê qedexê di 2yê Hezîranê demjimêr 22: 00yê de destpêkir.