PKKê li Brukselê dijî Nato û Amerîkayê çalakiyek lidarxist

PKKê li Brukselê dijî Nato û Amerîkayê çalakiyek lidarxist

Li van rojên dawiyê çalakiyên PKKê li dijî DYA zêdetir dibin. Di heyva Gulanê de PKKê destpêkê bi navê ciwanên Şoreşger karwanê DYA dabû ber kevira. Herî dawî jî di 29î Gulanê de li Belçîka, Brukselê  li ber balyozxaneya giştîya DYA çalakiyek hat çêkirin. Diruşma (Silogana) di vê çalakiyê de diyar ev bû “bila ABD û Nato destê xwe ji Kurdistanê bikşînin”. Kurdên ku hinekê ji sîyaset û dîrokê fahim dikin li dijî vê çalakiyê derketin. Lê belê pêwîste însan hêşta jî vê çalakiyê û armanca wê bi giştî û siyaseta PKKê şirove bike. Ji ber ku ev ne çalakiyeke sade bû.

PKKe li Brukselê  û Heşda Şebî li Bexda li dijî ABD çalakiyê dikin

Kî ji hebûna Natoyê û ABD li Kurdistanê acize?

Kesên ji DYA û Nato acizin ku li Kurdistanê baregehên wan yên sîyasî û leşkerî hene dagîrkarên Kurdistanê ne. Jiberku ew peymanên ku kurd têda têne bindest hiştin li alî siyasetmedarên Rojavayê Cîhanê yanî ABD; DYA û hinek wilatên din ve tên hilweşandin. Yanî Başûrê Kurdistanê bi alîkariya DYA, Nato û dewletên Rojavayî bû Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Yanî statoyek sîyasî û navdewletî çêbû. Ev yek jî bû pêvajoyeke tirsanak ji boy Tirkiyê û Îranê. Heman dem piştî sala 2 hezarê pêve, Herêma Kurdistanê bû navenda sîyaset û nakokiyên Rojhilata Navîn. Tirkiye heya niha ji ber mesela Kurda hember DYA û Natoyê ye. Her alîkariyeka ku ji boy YPG û HSD diçe Tirkiye qîyametê radike. Heman dem çi gav were avêtin ji boy xurtibûna Herêma Kurdistanê, Îran alozîyan derdixe. Serî de jî her du dewlet dixwazin ku kurd li Rojhilata Navîn vegerîn 1930-1940an, ku di vî demê da Kurd bêy kes û belav bûbûn. Ji ber ve yekê jî her du dewlet dixwazin ABD û Nato bê hêz bimînin li rojhilata navîn.

Îran bi navê tekoşîna beranber DAIŞê mîlîşyayên Heşda Şebî çêkirin. Dema ku Heşda Şebî hinekî bi hêz ketîn dest ji DAIŞê berdan û ji boy derxistina DYA ji Îraqê tevgerîyan. Taybet jî ev sê salên dawiyê Îran ji boy ku DYA ji Rojhilata Navîn derkeve pirr kur dixebite. Êrîşên ser konsolxaneya DYA li Bexdayê, navendên eskerî hetta êrîşên li Hewlêrê hemû li ser vê armancê hatin çêkirin. Îranê dema ev kare kirî ji aliyek din jî hêzên şî’eyên medenî yanî gel derxistin meydana ku bibêjin “Gel DYA û Nato Naxwaze”.

Niha jî PKKê komek kurdên derdora xwe tîne meydanê ku bibêje “Kurd DYA û Nato Naxwazin”.

Yanî PKKe ji siyasetê fahim nake ku wisa dike? Nexêr. PKKe baş dizane ku heger Nato, DYA û hinek wilatên Ewropa nebin dagirker dê hemû Kurdan dakurtînin. Em hemû jî dizanin ku ne Nato, ne DYA ne jî ti wilatek din, ne ku gelek hej Kurda dikin vê yekê encam didin. Helbet ji ber ku berjewendiyên van wilatan li Kurdistanê hene li vir dimînin. Dîsa em dizanin ku sîyaset ne li ser hejêkirinê û ne li ser hevaltiyê nayê kirin. Sîyaset li ser berjewendî, hevbeşî û bazarî tê kirin. Niha em dizanîn ku berjewendiyên Kurda bi Nato û DYA heye, berjewendiyên wan jî bi me heye. Ji ber vê yekê jî divê kurd rê vekin ku Nato û DYA li Rojhilata Navîn bimînin.

Me Kurda baş dît ku dema ABD û Nato nebe çi l Efrînê qewimî. Heman dem me baş dît ku dema DYA xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî paşde kêşa çewa Tirkiyê ev cihe di 24 saetan de dagîr kirin. Me ev tecrûbe heye, sereray van tecrûbeyan heger ku hinek kes rabin û bibêjin ku “Bila DYA ji Kurdistanê Here” ev jî tê vê wateyê ku ev kese dibêjin “Fermûn Îran û Tirkiye hûn werin”.

Dervey vî tiştî ti wate nîne ku PKKe alîgirên xwe kom bike û bêje “DYA û Nato xwe ji Kurdistanê bikêşin”. Ev sîyaset tenê xizmeta Tirkiyê û Îranê dike.

Pustên heman beş