Wilatîyekê Rojhilatê Kurdistanê bi 3 car darvekirinê hat hukim kirin

Wilatîyekê Rojhilatê Kurdistanê bi 3 car darvekirinê hat hukim kirin

Wilatîyekê parêzgeha “Îlam” ya Rojhilatê Kurdistanê, bi sûça kuştina du çekdarên Îranê, bi 3 car darvekirinê hat ceza kirin.

Dilawer Elqasîmêhir fermandarê hêzên çekdarên rejîma Îranê li parêzgeha “Îlam”ê ya Rojhilatê Kurdistanê, di hevdîtinekê de di gel nûçegihanê telefizyona hikûmî ya “fars” tevî tekezkirina li ser vê nûçeyê, nasnameya vî wilatî bi “H.Z” diyar kir.

Li gor gotina navbûrî hukmê 3 car darvekirina vî wilatî li ser biryara tîpa 1 ya mehkemeya sizayên rejîmê li parêzgeha Îlamê bûye.

Ev wilatiyê Îlamê, ji hêla endamên tîpa 1 ya Mehkemeya Şoreşa Îslamî ya Îranê, bi sûça kuştina du çekdarên Îranî bi navên “Mihemed Derîkvendî” û “Basre” li sala rabûrî hat cezakirin.

Pustên heman beş