p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
PKKê 5 Pêşmerge li çiyayê Metîna şehîd kirin

Çekdarên PKKê îro serê sibê li sînorê Amêdiyê êrîşa hêzeke Pêşmergehan kir, 5 Pêşmerge şehîd û 4 jî birîndar hene.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 5/6/2021an, hêzeke Pêşmergehan li sînorê Amêdiyê ket ber êrîşa çekdarên PKKê, 5 Pêşmerge şehîd ketine û 4 jî birîndar bûne.
Dest nîşan kir, cihê ku PKKê êrîşa Pêşmergehan kirî, bi Kampa Iniglîzan tê nas kirin û dikeve çiyayê Metînayê, PKKê li wir kemîn ji li ber Pêşmergehan dana bû.
Çavkaniyên me eşkere kir, çekdarên PKKê bi mûşeka ji corê Kornêt êrîşa Pêşmergehan kir, piştre û di hewla berevanî kirinê de, teqe çêbûye û çekdarên PKKê yên ku êrîşa Pêşmergehan kirî ku hejmara wan 3 bûn, hatine kuştin.
Hêjay gotinê ye Pêşmergehên birîndar li qezaya Amêdiyê çareseriya destpêkê bo wan hatiye kirin û piştre ji bo nexweşxaneyên Dihokê hatine veguhestin.
Navên şehîdan wusane:
-
Hejar Subhî Zikrî – Akreyî
-
Qaid Reşo Ismaîl – Kelekê
-
Ezwer Ebdulrehman – Hewlêrê
-
Îmad Merûf Mihemed – Berê Gare
-
Karwan Tewfîq Teha




