Balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro êrîşî kampa Mexmûrê kirin û bi sedema bordomana balafiran hin çekdarên PKK hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Îro roja şemî 5/6/2021an, balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê, pêş nîvrojê êrîşî baregehekê çekdarên PKKê li nêzî kampa Mexmûr kir û bi sedema vê êrîşê 3 çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Ev êrîşa Tirkiyê di demekî de ye ku pêş niha Receb Teyîb Erdogan, gef xwaribûn ku bi sedema hebûna çekdarên PKKê di vê kampê de, Tirkiye wê êrîşî kampa Mexmûrê bike, Erdogan ragihandibû; “Mexmûr weke Qendîlê bûye sitargehek ji boy parastina çekdarên PKKê ji ber vê yekê emê Mexmûrê armanc bikin.”