Balafirên Tirkiyê devera Nihêlê û Çiyayê Kurejar bordoman kirin

Balafirên Tirkiyê devera Nihêlê û Çiyayê Kurejar bordoman kirin

Êrîşên dewleta Tirkiyê bo ser stargehên PKKê di nava xaka Başûrê Kurdistanê de berdewam dikin, îro jî bi rêya asîmanî hin deverên başûr hatin bordoman kirin.

Îro roja şemî 5/6/2021an, balafirên Tirkiyê li hin navçeyên Kurdistanê baregehên PKKê hedef kirin û hejmarek çekdarên vê rêxistinê kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê Îrojî baregehên PKKê li her yek ji çiyayê Kurejar li hindavî Şêladizê, gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêlê li quntara çiyayê Metîna û derdora Mexmûrê hedef kirin.

Tevî êrîşên berdewam ên dewleta dagîrker li ser çekdarên rêxistinê, lê li şûna bersivdayîna dewleta tirk, çekdarên PKKê êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê dikin û îro jî li şûna kuştina leşkerên Tirkiyê, 5 pêşmergeyên Kurdistanê şehîd xistin û 6 pêşmergeyên din jî birîndar kirin.

Pustên heman beş