Kurdistaniyan di sosyal medyayê de PKKe bi terorîst bi nav kir

 Kurdistaniyan di sosyal medyayê de PKKe bi terorîst bi nav kir

Êrîşa çekdarên PKKê li ser pêşmergeyan bertekên herî tund di sosyal medyayê de li pey xwe anîn.

Paş êrîşa terorîstî ya îro PKKê li ser pêşmergeyên Kurdistanê encam dayî, Kurdistaniyan di sosyal medyayê de bertekên herî tund nîşan dan û ev karê PKKê bi karek terorîstî bi nav kir û PKKe weke kirêgiritîyên saziyên îstixbaratî yên dewletên dagîrkarên Kurdistanê dan nîşandan.

Tevî ku îro medyaya PKKê û medyaya YNKê ya ser bi Lahor şêx cengî ve dixwest êrîşa terorîstî ya PKKê li ser pêşmergeyên Kurdistanê bi êrîşa dewleta tirk bo ser pêşmergeyan diyar bikin, lê belê ew nikarîn armanca xwe bicî bînin û raya giştî û Kurdistaniyan hem êrîş û hem jî derewên van medyayan şermezar kirin.

Herçend ku PKKe berdewam ciwanên Başûrê Kurdistanê tehdîd dike ku PKKê rexne nekin, û her kes PKKê rexne bke bi mirin û revandin û îşkencedanê tê tehdîd kirin, lê îro ti tiştek nebû asteng ku ciwanên başûr bi giştî PKKê weke terorîst û kirêgiritîyên dewletên dagirker binav bikin.

Ev yekem care di sosyal medyaya Başûrê Kurdistanê bi vî awa û bi cidî PKKe tê rexnekirin, ciwanên başûr yên ku hinekê atîfe li ser PKKê jî hey îro rêxistin rexne kir, ciwanan got PKKe weke DAIŞê tevdigere û dixwaze statoya başûr jinav bibe, wan got ev êrîş û êrîşên din yên bi vî awa ku PKKê li ser pêşmerge kirîn giroveyên herî bihêzin ku êdî ev rêxistin bi temamî ketiye bin destê saziyên îstixbaratî yên dewletên dagirker.

Ciwanan daxwaz ji PKKê kir, şerê xwe li Başûrê Kurdistanê dûr bikin û vegerin meydana xebata xwe ya sereke ku Bakurê Kurdistanê ye, her wiha ciwanan ji PKKê re got ku êdî bese û em naxwazin bibin sotemeniya agirê şerê we yê sexte.

Pustên heman beş