Siyasetmedarên Herêma Kurdistanê: PKK rola DAIŞ û Heşda Şabî ya li dijî Pêşmerge digire 

Siyasetmedarên Herêma Kurdistanê: PKK rola DAIŞ û Heşda Şabî ya li dijî Pêşmerge digire 

Siyasetmedarên Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa PKKê bo ser sengerên Pêşmerge dibêjin PKK rola DAIŞ û Heşda Şabî ya li dijî Pêşmerge wergirtiye û xiyanetkarên 16ê Cotmeha 2017an jî bi şehîdbûna Pêşmergeyan kêfxweş in.

Îro roja şemiyê 05.06.2021ê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo Pêşmerge hatiye danîn û di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin jî PKKê di wê êrîşê de çekên giran û sivik bikaranîne û armanca Pêşmerge li herêmê seqamgîrî û parstina asayîşê ye.

Siyasetmedar û akademîsyenên Herêma Kurdistanê dibêjin çawa DAIŞê û Heşda êrîşî Herêma Kurdistanê kir û Pêşmerge li hember wan ket sengeran PKK jî rola wan digire û ajandayên welatên cîran cîbicî dike ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ye ku di encama xwîna bi hezaran şehîd enfal û kîmyabaranan hatiye avakirin.

Akademisyen û şîrovekarê siyasî Dr. Medhet Silêman, ji BasNewsê re axivî û ragihand, ya PKK li beramber Pêşmerge dike heman kiryar û qonaxên êrîşên DAIŞ û Heşda Şabî ne beramber Pêşmerge. Herwiha Dr. Medhet Silêman dibêje: ‘’Heman ajandaya li pişt DAIŞ û Heşda Şabiyê bû ji bo êrîşa ser Pêşmerge li pişt PKKê ye jî û PKK ji DAIŞê ji bo Herêma Kurdistanê tirsnaktir e. jiberku dema DAIŞ durist bû welatan qebûl nekir û hevpeymaniya navdewletî avakirin ji bo jinavbirina DAIŞê. Lêbelê PKK hêzeke ku cilûbergê kurdî li ber e û her şerekî ligel wê weke şerê birakujî tê wesifkirin. Medyaya navxwe ya Herêma Kurdistanê ku çawa di şerê li dijî DAIŞê û Heşdî Şabî de moralên Pêşmergeyan û xelkê Herêma Kurdistanê dadixistin, niha han didin PKK êrîşî Herêma Kurdistanê û sengerên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bike û xiyanetkarên 16ê Cotmeha 2017an jî beşek in ji wan êrîşên PKKê û ajandayên welatên îqlîmî cîbicî dikin.’’

Herwiha akademisyen li zanîngeha Duhokê Şêrzad Zekeriya jî ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li Iraqê ne hêzeke yasaî ye û ti mohleta wê ya wergirtina çekan tuneye li Herêma Kurdistanê lêbelê berdewam e ji bo duristkirina kêşeyan ji xelkê Herêma Kurdistanêre û êrîşî Pêşmerge dike.

Herwiha Şêrzad Zekeriya amaje bi wê yekê jî kir ji ber hebûna baregehên PKKê li herêma Zaxoyê heta Qendîlê bi dehan gund valabûne û ne meşrû ye PKK karê xwe li Başûrê Herêma Kurdistanê bike û hebûna PKKê bahaneye dide artêşa Tirkiyê ku Herêma Kurdistanê bike armanc.

Li aliyê din parlementer û Endamê Lîjneya Navxwe yê yê Parlementoya Kurdistanê Nîzar Surçî jî dibêjê êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge êrîşek bû bo ser hemû Herêma Kurdistanê û weke Lîjneya Navxwe wê êrîşê bi tûndî şermezar dikin.

Herwiha Nîzar Sûrçî dibêje ew daxwazê ji Serokatiya Parlementoyê dikin wê êrîşa şermezar bike û hemû fraksiyonên Herêma Kurdistanê beramber wan êrîşên PKKê helwêst werbigirin û daxwazê ji PKKê bikin ji nava xaka Herêma Kurdistanê derkeve û destê xwe dirêjî xwîna kurdan û Pêşmergayan neke û careke din karestan wiha pêk neyên.

Pustên heman beş