Pak: PKKe rê ji bo dewleta Tirkiyê xweş dike

Pak: PKKe rê ji bo dewleta Tirkiyê xweş dike

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK êrîşa PKKê ya li navçeya Amêdiyê li ser hêzên Pêşmerge şermezar kir û ragihand: dewleta Tirkiyê PKKê ji xwe re dike behane û beşeke erdê Başûrê Kurdistanê  dagîr kirye, PKKe jî rê ji bo vê dagîrkeriyê xweş dike.

PAKê di daxuyanyekê de êrîşa duh a çekdarên PKKê li ser hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Dihokê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurd re xwest û ji Pêşmergeyên birîndar re jî şîfaya xêrê xwest.

Di daxuyanîya PAKê de hatîye:  dewleta Tirkiyê  PKKê ji xwe re dike behane û beşeke erdê Başûrê Kurdistanê  dagir kirîye û her roj êrîşan tîne ser Başûrê Kurdistanê.

Her wiha dest nîşan kir, PKKe jî bi çalakî û tevgerên xweyên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê rê ji êrîş û pilanên dewleta Tirkiyê re xweştir dike û dibêje: PKK divê demildest dawî li çalakî û xebatên xwe yên çekdarîyên li Başûrê Kurdistanê bîne, mafê PKKê tuneye ku Başûrê Kurdistanê bike qada şerê xwe.

Pustên heman beş