ENKSe ji bo PKKê: Rêzê li serwerîya Başûrê welat bigirin

ENKSe ji bo PKKê: Rêzê li serwerîya Başûrê welat bigirin

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser êrîşa PKKê ya şehîdkirina Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji Tirkiyê û PKK kirrêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Serkirdayetiya Giştî ya ENKSê di daxuyanhiya xwe de daxwaz li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û ewlehiya xelkê wê bigirin û şerê xwe nebin nav xaka Herêma Kurdistanê.

ENKSê êrîşa li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û got, Roja 5ê Hezîranê hin çekdarên PKKê hejmarek Pêşmerge li Çiyayê Metîna kirine armanc û 5 Pêşmerge şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêyî ku berpirsiya êrîşa PKKê bîne ziman gotiye, Armanca dagîrkariya Tirkiyê ew e ku şerekî Kurdî-Kurdî çêbibe û ji encama van dijminkariyên Tirkiyê û hewlên derxistina fêlbazî, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş