Kolberê Kurd di bin barê xwe de can da

Kolberê Kurd di bin barê xwe de can da

Li devera Newsûd ya Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di bin barê xwe de can daye.

Li gorî ragihandina Hengawê, doh 5ê Hezîranê li zozanên Şoşmê li nehiya Newsûd ya bajarokê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê ya Rohilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ê bi navê Wehbî Fetahî di bin barê xwe de can daye.

Hat zanîn ku ew kolber ji ber ku bi temen bû û barê wî jî giran bû, di bin bar de dilê wî sekinîbû û can dabû.

Wehbî Fetahî ji gundê Şoşmê yê nehiya Newsûd bûye û sala 2019an jî kurekî wî bi navê Eşkan Fetahî di dema kolberiyê de li heman deverê ji ber teqîna mînê birîndar bûbû.

Pustên heman beş