Balafirên ceng îro liv û tevgerên PKKê li Başûrê welat hedef kir, 2 roket li çiyayê Lînk xistin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja duşemî 7/6/2021an, balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê careke din êrîşa liv û tevgerên PKKê kirîye û çiyayê Lînk dane ber roketan.
Dest nîşan kir, êrîşa îro li saet 1:30 paş nîvrojê pêkhatîye û balafiran dû roket li nuqteyên PKKê li çiyayê Lînk yê hindava navçeya Şêladizê xistin.