Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed encama civîna ligel Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed encama civîna ligel Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir û ragihand; ew reftarên PKKê şermezar dikin û tevî ku destûra PKKê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye, li deverên sînorî û di kûrahiya axa Kurdistanê de binpêkirinan dikin, tiştê ku li hember Pêşmerge kirin, nayê qebûlkirin.
Rêber Ehmed di civîna çapemeniyê de ragihand: “Em îro ligel Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê civiyan û derbarê yekeya pasevanî de axivîn, ku peyrewa wê derçûye û li Encûmena Wezîran e, rênimayên pêwîst li Wezareta Navxwe derçûye ji bo rêkxistina yekeya pasevanî û destbikarkirina stafa yekeya pasevanî li Wezareta Navxwe.”
Wezîrê Navxwe li ser yekkirina yekeyên Pêşmerge eşkere kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekeya 80 xistiye bin serperiştiya Wezareta Pêşmerge û got: “Em hêvî dikin birayên me yên li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî vê biryarê bidin û yekeyên 70 jî têkeve nav Wezareta Pêşmerge, ev proseyeke hêsantir e ji yekeya pasevanî.”
Derbarê êrîşa PKKê ya ser Pêşmerge de, Rêber Ehmed diyar kir ku ew reftarên PKKê şermezar dikin û tevî ku destûra PKKê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye, li deverên sînorî û di kûrahiya axa Kurdistanê de binpêkirinan dikin, tiştê ku li hember Pêşmerge kirin, nayê qebûlkirin. Mafê Pêşmerge heye ku li hemû cihên Herêma Kurdistanê liv û tevgeran bike.