PKKê bêgunehîya xwe bi şehîd kirina “Pêşmergeyê 6″ê diyar kir

PKKê bêgunehîya xwe bi şehîd kirina"Pêşmergeyê 6"ê diyar kir

Îro danê sibê Pêşmergeyekî din yê Kurdistanê li Zaxo ji hêla PKKê ve hat şehîd kirin, rêxistina PKKê ku duh ragihandîye emê li demekê nêz bêgunehîya xwe ji êrîşa ser Pêşmergehan li Metînayê diyar bikin, îro ev bêgunehî bi şehîd kirina Pêşmergeyek din diyar kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja dûşemî 8/6/2021an, çekdarên PKKê Pêşmergeyek din bi navê “Rizwan Mihemed Elî” Sindî bi gulleya çeka nîşaneşkên armanc girt û şehîd kir.

Ev êrîş îro danê sibê li çiyayê Bihêrê yê sînorê navçeya derkarê girêday bajarê Zaxo pêkhatîye û Pêşmergeyê ku şehîd ketî di erka xwe ya leşkirî de bû.

Roja 5ê xizîranê jî çekdarên PKKê li çiyayê Metîna li devera Amêdiyê, êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kirbûn û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

PKKê ji bo şehîd kirina “5 Pêşmergeyên” li çiyayê Metîna gotibû: balefirên Tirkiyê êrîşa wan Pêşmergehan kirîye û emê ji boy her alîyekî diyar bikin ku em ji vê êrîşê bêgunehin, lê belê îro PKKê ev bêgunehî bi şehîd kirina “Pêşmergeyê 6″an diyar kir.

Hêjay gotinê ye, Pêşmergeyê ku îro bi destê PKKê hatîye şehîd kirin, xelkê gundê Çonkê ye û ji eşîra Sindî yane.

Pustên heman beş