Balefrên cengê yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên PKKê li dû navçeyên başûrê kurdistanê Kirin armanc û dû roket lê xistine.
Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro roja duşemî 8/6/2021an, dû êrîş li sînorê navçeya Çemankê ya girêdayî parêzgehîya Duhokê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê encam dane.
Dest nîşan kir, êrîşa yekem li Saet 8:45 sibê pêkhatîye, wexta ku balefiran motorsîklêteka çekdarên PKKê armanc girtî û yek roket lê xistî, balefiran ev motorsîklêt li nêvbera gundên Şikeftê û Bilimbasa hedef kirîye.
Herweha êrîşa duyemîn jî li saet 11:00 berî nîvrojê pêkhatîye û balefiran di vê êrîşê de, liv û tevgerên PKKê bi roketekê li aqarê gundê Şikeftê yê navçeya Çemankê kirine armanc.
Rêxistina PKKê ev dema salekê ye, liv û tevgerên çekdarên xwe xistine nav gund û dorbera bajarokan û bi vê sedemê dewam gundên başûrê welat dikevin ber êrîşa balefiran û zirarên mezin gihiştine şêniyên Kurdistanê.