Rejêma Îranê di nava bajarê Bokanê de xalên Kontrolê danîne

Rejêma Îranê di nava bajarê Bokanê de xalên Kontrolê danîne

Caş û pasdarên Îranê ku çekê weke “BKC, Doşke û RPG” bi xwe re hilgirtine di van xalan de cî digrin û nasnameyan ji xelkê daxwaz dikin.

Rejêma îslamî ya Îranê di nava bajarê Bokanê ya ser bi parêzgeha Ormîyê li Rojhilatê Kurdistanê, bi bikaranîna caş û pasdaran, seqayek milîtarî yê pirr bi tiris dirust kiriye.

Çavkaniyên medyayî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 8/6/2021an, saet 6ê serê sibê caş û pasdarên rejêma îslamî ya Îranê li caddeya Sedewe hatîne di nava bajarê Bokan de û di nava cadde û kolanan de hatine bi cîh kirin û xalên kontrolê danîne.

Van caş û pasdarên Îranê ku çekê weke “BKC, Doşke û RPG” bi xwe re hilgirtine di van xalan de cî digrin û nasnameyan ji xelkê daxwaz dikin.

Pustên heman beş