PDK-BAKUR: Şehîdkirina lehengên Kurdistanê dijminatiya netewa Kurd e

Şehîdkirina lehengên Kurdistanê dijminatiya netewa Kurd e

Serokê Giştî yê PDK-Bakur (Palatforma Demokratên Kurd) Sertaç Bucak, êrîşên PKKê yên şehîdkirina Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî mehkûm kir û got, “Şehîdkirina lehengên Kurdistanê dijminatiya netewa Kurd e.”

Sertaç Bucak bi peyamekê êrîşên PKKê yên ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir, ew aliyên êrîş birine ser Pêşmerge rûreş dikin ku ew êrîş xizmeta dewletên dagirker dikin.

Serokê Giştî yê PDK-Bakur di peyama xwe de wiha got:

“Êrîşa hovane ya li ser Pêşmerge, destdirêjiya avadaniya Herêma Kurdistanê ye, şehîdkirina van lehengên Kurdistanê dijmindariya netewa Kurd e. Em erîşên li ser Pêşmergeyan mehkûm dikin. Ew aliyên ku êrîş birine jî rûreş dikin û ew erîşa hovane hizmeta dewletên dagirker dikin.”

Pustên heman beş