Cesedê keçeka bajarê Seqizê yê Rojhilata Kurdistanê li ser rêya nêvbera Seqiz bo Sine tê dîtin, ew ji hêla ji dezgirtiyê xwe ve hatîye şewitandin.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan a Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, duh roja sêşemî 8/6/2021an, cesedê keçeka Seqizê bi navê Gulale Şêxî ku temena wê 26 sale, li navçeya bi navê Çapana jêr a li ser rêya nêvbera Seqizê û Sine de, hatîye dîtin.
Dest nîşan kir, ev keç ji hêla dezgirtiyê wê ve hatîye şewitandin û canê xwe ji dest daye.
Gulale Şêxî keçeka bajarê Seqizê ye, yasa xwendîye, berî dû hefteyan li gel dezgirtiyê xwe yê bi navê Keyomers Zerxamî geştek kiriye, berîya dû rojan, dezgirtyê wê peywendîya têlefûnî bi malbata xwe kirîye û jêre got ku wî Gulale kuştîye û cesedê wê li nêvbera Seqizê û Sine bin ax kirîye û ew jî reviyaye.
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, Keyomersê dezgirtiyê Gulalê, li gel hevrêyê xwe Gulale bi penzînê şewitandne û piştre li ser rêya bajarê Sine bin ax kirine, ev dû roj bû hêzên ewlehiyê digeryan ji bo ku cesedê wê bibînin.