Rêxistina Hengaw a mafên mirovan ji bo teqîba çarenivîsa Simko Benefşî ku dema 57 rojane li Silêmaniyê hatîye bêseruşûn kirin, daxwazîyekê ji Hewlêrê a paytexta Başûrê Kurdistanê dike.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê, raporek li derbara keysa wundabûna Simko Benefşî kadiroyê Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ku li 13 meha nîsana îsalê li Silêmaniyê wundabûye, par vekir.
Di raporê de, rêxistina Hengaw hevdîtin bi Mihemed Benefşî bavê Simko û herwiha Jîla Danişwer hevjîna Simko kirîye, wan ji boy Hengaw gotine ku Simko li Silêmaniyê ji hêla hêzeke bi navê dije terora YNKê ve hatîye revandin, her wiha wan dest nîşan kir ku wan serdana hemû saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê kirine, lê dest vala vegerîn û ti agahî li derbara çarenivîsa Simko bi dest wan neketine.
Rêxistina Hengaw di rapora xwe de daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan li Başûrê Kurdistanê, sazîya dadwerî ya Başûr û herwiha komisyona mafên mirovan ya li Hewlêrê kir teqîba dosîya Simko Benefşî bikin ji bo ku agahî ji çarenivîsa wê bê zanîn.