Di teqîna mayînekê de, Leşkerek Rûsî li dorbera bajarokê Serê Kaniyê yê Rojava Kurdistanê hat kuştin.
Îro roja çarşemî 9/4/2021an, zirîbpoşeka artêşa Rûsiyê li nêzî gundê El Esediyê yê li nêzî cihên çeteyên dewleta Tirk li bakurê navçeya Zirganê a girêday Serê Kaniyê teqiya, leşkerek Rûsî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Leşkerê kuştî veguhestin nexweşxaneya Dirbasiyê, ji bo leşkerên birîndar jî nayê zanîn birine ku derê.