PKKê dû keçên Êzidî revandin

PKKê dû keçên Êzidî revandin

Rêxistina PKKê dû keçên Êzidî li Başûrê Kurdistanê revandin û bi darê zorê ew birin çiyayê Qendîlê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, çekdarên PKKê li rojên rabûrî dû keçên Êzidî ji komelgeha Til Qeseb û gundê Koco revandine û ew bi darê zorê birine çiyayê Qendîlê.

Dest nîşan kir, ev herdû keçên bi navê «Fîrdews Faris Mûsa» ku ji şêniyên komelgeha Til Qesebê ye û herwiha «Şîlan Xidir xelef» ji gundê Koco li roja 24 meha gulana îsal 2021an revandine û li heman rojê veguhestine Qendîlê.

Fîrdews temen 21 sale û herwiha Şîlan jî temen 17 sale.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina, keç, zarok û ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan û saziyên navdewletî ve hatîye tesbît kirin.

Ji dema êrîşa terora DAIŞê li ser Şengalê, rêxistina PKKê bi sedan keç û ciwanên Êzidî revandine û heya roja me ya îro çarenivîsa wan nediyare, li sala rabûrî hejmareka dayîk û bavên ku PKKê zarokên wan revandine, li Şengalê bang li gelê Êzidî kirin ku rê nedin PKKê zarokên wan bi zor kêşî çiya bikin, revandina zarokan jî bi dewama fermana DAIŞê bi nav kirin.‌

Pustên heman beş