Encamên êrîşa PKK ê li Amêdîyê, ku tê de 5 Pêşmerge şehîd bûn, hîn jî tê nîqaş kirin. li ser vê xiyenata PKKê her kes bersiva van pirsan nîqaş dike, gelo vê carê kêr giha hestî, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa daqûrtîne, an ewê vê carê “mafê xwe yê bergirîyê” li dijî PKK bikar bînin.
Bi rastî, ji gava despêk a bûyerê ve, PKK hewl dide ku bûyerê biçûk bike û wê wekî çewt famkirinek, normal û rewşek lokalî nîşan bide. Beriya her tiştî, wan heya niha di derheqê mijarê de daxuyaniyek asta jor nedaye. Fermandariya HPG ya Qada Xabur ê 7/6/2021an daxuyaniya yekemîn da. Ji ber vê yekê, berpirsyariya şehadeta 5 Pêşmerge wekî ku bûyerek herêmî ya ku ne aîdî PKKê, HPGê û KCKê ye hate nîşan kirin. Dûv re, li şûna ku daxuyaniyek asta jor bide, endamê Konseya Fermandariya HPG, heqî Gabar gotarek da û wî bûyer wekî qezayek, wekî rewşek hêsan bi hêsanî nîşan da.
Di 10/6/2021an piştî ku bertekên li dijî êrîşa li ser pêşmergeyan zêde bûy, Murad Karaylan ji nû de di Stêrk TV de derket û axaftinên Fermandariya HPG ya Qada Xabur ê dubare kirin, tevî ku Karaylan dixwest bi axaftinên xwe yên bi cûş vê êrîşa li ser pêşmerge biveşêre lê belê ew nikarî di erka xwe de serketî be, karaylan got: “4’ê sibê wisa bi 2 baskên mezin hemû amûrên şer û bi maşineyên zirxî, xwe ji şer re amadekirin û têketine qada gerîla, bi rastî çi wateyek xwe nîn e.
Ev cih qadeke leşkerî ye û 25 sal in pêşmerge nehatiye wir û herêmeke di bin serweriya gerîla de ye. Bêyî ku agahî bidin wekî serdagirtinê tên”, ev axaftin bi tenê bese ku her kesê aqilê wî hebe bizanibe gerîla êrîş kiriye û karaylan dixwaze vê yekê biveşêre.
Başe, gelo bûyer bi rastî di navbera rêveberiya PKK ê a Metîna û Pêşmerge de bû? Na, bûyer ne rewşek lokal e û ne jî pevçûnek ji nişka ve ye.
Ka em bi bûyerê dest pê bikin û pirsa yekem bipirsin: “Kî berpirsyarê şehadeta 5 Pêşmergeyan e?”
Em ji destê yekem bêjin ku berpirsyarên şehadeta 5 Pêşmerge serkirdeyên PKK ê ne. Ango, “Cemîl Bayik, Mistefa Qarasû, Besê Hozat, Duran Kalkan û Mirad Karayilan” berpirsyarê rijandina xwîna van pênc pêşmergeyan e.
Hûn dipirsin çima? Ji ber ku yê ku gotî, “Şerê bi pêşmerge re ne şerê birakujî ye” wan şer da destpêkirin. Kê ev peyv gotiye? Ka em rêz bikin:
Besê Hozat: 3 ê Tebaxa 2020 an, ew derket ser Stêrk TV, ya PKKê û dest bi şer kir û got “Ger PKK û PDK şer bikin, ev nabe şerê Birakujî”.
Mustafa Karasu: Mistefa Qarasû, yê ku di 20 ê Tebaxa 2020an de derket ser Televizyona Nûçe a Medya ya PKK ê, got, “Ya rast, şerê bi PDK ê re wekî birakujî nayê hesibandin.”
Mirad Qereyilan: Di 26 ê Tebaxa 2020an de li ser Stêrk TV, gef li Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwar û got, “Ez naxwazim ferman bidim Fedayîyan ku biçin Kurdan bikujin.”
Cemîl Bayik: Di hevpeyvînekê de digel malpera Medya News-a PKK ê ku bi zimanê Îngilîzî weşanê dike got, “Dê ne çewt be ku mirov pêşbînî bike ku şerekî mezin bi PDK ê re dê di demekî ne ew qas dûr de, derkeve.”
Duran Kalkan: Di 14 Nîsana 2015 de, di bernameyeke Med Nûçe de axaftinek kir, û got “Başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê nayê rêvebirin, em rê nadin vê yekê.”
Niha, gava ku hûn çend ravekirinên ku pêşî hev tên bînin bîra xwe û deynin ser hev gelo ew dîmen çi nîşan dide? Hemû serkirdeyên PKK ê yên ku nasyarin di hemû axiftinên xwe de behsa şerê dijî Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Bê guman, ev rêveber ji hev bêxeber tevnagerin. Stratejîya PKK ê ya sê salên dawî meşrûkirina şerê li dijî başûrê Kurdistanê bû. Ji bo vê yekê, PKK ê bi riya propagandayê hewl da ku berteka Kurdan ji bo şehadeta Pêşmerge raber kirî bêbandor bike. Dûv re, wan hewl da ku girseya xwe fêrî gulebarandina Kurdan û kuştina Kurdan bike. Ji bo vê yekê, PKK ê yekem car di Çirî ya sala borî de Midurê Ewlehiya Giştî ya Ser Zêrê Xazî Salih Alîxan şehîd kir. PKK jî ev bûyer red kir. Dûv re, pêşî li Çemankê êrişî Hêzên Pêşmerge kir, dûv re li Amedîyê bi moşekan êrîşî wesayîtek Pêşmerge kir û Pêşmergeyek şehîd bû. Piştre, li Sîdekan Pêşmergeyekê bi mayînê jiyana xwe ji dest da. Ango, di nav 8 mehan de 10 pêşmerge bi destên PKK ê hatin şehîd kirin, û 14 pêşmerge jî birîndar bûn.
Hêza Pêşmerge yek fîşek berneda ye çekdarên PKK . Lê digel vê rastîyê jî, li gorî medyaya PKK ê, “Pêşmerge her roj êrîşî PKK ê dikin”.
Heya nuke li çi deverekê yek çekdarê PKK jî bi destê pêşmergeyan ne hatîye kuştin. Ger 10 gerîlla hatiban kuştin, nuke PKK ê qîyamet ra kiriba û gotiba “li dijî me qetlîam tê kirin”. Lêbelê, niha PKK 8 Pêşmerge şehîd kirine, 37 zarok sêwî mane û hîn jî PKK weke ku ne berpirsê vê êrîşê ye bi rihetî tevdigere.
Lê, kujer diyar in:, yên ku dibêjin şerê bi pêşmerge re birakujî nîne ango Cemîl Bayik, Mistefa Qarasû û Besê Hozat berpirsê sêwîbûna van 37 zaroka ne. Cemîl Bayik plansazê vî şerî ye dema dibêje, “Ez texmîn dikim ku di pêşerojek nêz de di navbera me û PDK ê de şerekî mezin derbikeve.” Mirad Qereyilan, ku got, “Ez naxwazim ferman bidim şervanan ku Kurdan bikujin”, lê ferman da kujerên xwe û Pêşmerge şehîd kirin. Tablo ew qas zelal e.
PKK ji bo hebûna xwe şerê li dijî Herêma Kurdistanê pêwîst dibîne
PKK ji bo hebûna xwe şerê li dijî Herêma Kurdistanê pêwîst dibîne. Ger herêma Kurdistanê ji PKK ê re bêje ku werin û li Hewlêrê rûnin, PKK dê dîsa bibêje” çima ez ne serokomar im” û dê şer bide destpê kirin. Ji ber ku PKK ê di Tîrmeha 2019an de li dijî Xwaringeha Hoqebaz êrîş kir, PKK ê ev israra xwe berdewam kir. Ya ku li Xwaringeha Hoqebaz qewimî ji bilî veşartina tora têkiliyên navbera PKK û Mît ê de armancek wê hebû. Armanc ew bû ku bi provaqasyona, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kaşî nava pevçûnan bike. Tevî viya, heke ev şer sê salan derneketi be, ji ber israra Mesut Barzanî ye dema ku dibêje “min şerê di navbera Kurdan de heram kiriye”. Barzanî heya niha yên di nava PDK ê de dibêjin “PKK ê sebra me xelas kir, pêwsîte em jî mafê xwe yê bergirî bikar bînîn” sekinandin e.
Ango, di navendê de PKKe ku şer dixwaze, Pêşmerge şehîd dixe, êrişî mal û canê hemwilatiyan dike heye, û layê din de PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku rexmê şehadeta Pêşmergan xwe ji şer diparêze, û dixwaze bi aramî vê belaya PKK ê ji ser sere xwe devbide. Nêzîkatiya wekhevkirina aliyan bi gotina “werin ba hev û pirsgirêkan çareser bikin” bêyî ku helwesta van her du baskan bibîne wê nêzîkatî û wekhev kirinek bê encam be. Ji ber ku partî ne wekhev in. Li aliyek, 10 şehîd, 14 birîndar û 37 sêwî, 10 malbatên wêrankirî hene. Li aliyê din, 5 rêveberên PKK ê yên ku xwedî têgaha “Şerê bi pêşmerge re birakujî nîne” û 10 pêşmerge şehîd xistî hene. Bê guman, Kujer û mexdûr ne yek in.