Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokwezîrê Belçîkayê ve hat pêşwazîkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Belçîkayê de, ji aliyê Serokwezîrê Belçîkayê ve hat pêşwazîkirin û her du alî di civînê de ne.
Bihêzkirina pêwendiyan û têkoşîna li dijî terorê, mijarên sereke yên civîna her du serokwezîran e.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihişte welatê Belçîkayê û ligel Serokê Herêma Flanders civiya.