Li bajarokê Pênciwîn ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, du ji kadroyên çekdar ên PKKê ku rojane di nava vî bajarokî de tev digerin li ber çavên xelkê gulle berdan wilatîyekê, ew birîndar kir û heya niha saziyên ewlehiyê li Pênciwînê ti lêprisîn bi wan re nekiriye û ew desteser nekirine.
Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, du çekdarên PKKê yên bi navê “Cemal Mehmûd Kurde” ku di esas de şêniyê bajarokê Pênciwînê ye û “Tariq Letîf Mehmûd”, rojane li sînorê baregeha “Nizare” a PKKê li bajarokê Pênciwîn kar dikin.
Cemal û Tarq li saet 8:30ê êvara roja 18/5/2021an, bi hinceta vê yekê ku wilatîyekê bi navê “Karwan Kerîm Goxlanî” ku ji PKKê veqetiyaye, têkilîyên ne şerî bi jineke bi navê “Xende” re ku pîreka “Cemal Mehmûd Kurde”ye û mamosteye li yek ji baxçeyên zaroka li Pênciwînê heye, gulle berdane wî û ew birîndar kiriye.
Van du kadroyên PKKê bi hevre û bi çekê Elmanî yê ku bi “16 Xor” tê bi navkirin li bajarokê Pênciwînê gulle berdane Karwan Goxlanî û wî birîndar dikin, jiberku yek ji fîşekan bi zikê Karwan dikeve ew bi giranî birîndar dibe û ji aliyê gel ve tê rakirin ji boy nexweşxaneyeke Silêmaniyê.
Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, a rast ev êrîşa kadroyên PKKê bi sedema vê yekê bûye ku her yek ji Karwan û mamoste Xende bera wê yekê tevlî refên PKKê bûbûn, lê ji PKKê veqetiya bûn û ti têkilya wan bi PKKê re nemabû, ev ji aliyekê, ji aliyek din jiberku Karwan piştî ji PKKê qut bûyî tevlî refên PDKê bûye û weke kadroyê PDKê li rêkxirawa Pênciwîn a PDKê dest bi kar bûye, ji ber vê yekê kadroyên PKKê êrîşî wî kirine û ew birîndar kiriye.
A balkêş di vê yekê de eve ku ti yek ji Cemal û Tariq ji aliyê saziyên ewlehiya Pênciwîn nehatine desteserkirin û di niha de her du vegerîne baregehê Nizare yê çekdarên PKKê li sînorê bajarokê Pênciwînê.
Piştî mirina “Mam Celal” û bi taybetî piştî destbikarbûna Lahor Şêx Cengî weke hevserokê YNKê, çekdar û kadroyên PKKê li sînorê Silêmaniyê bi awayek azad tev digerin û ti fikaran ji YNKê û saziyên ewlehiya vê parêzgehê nakin, rewş ewqas aloz û xeter bûye ku hin caran çekdarên PKKê gefan li kadroyên YNKê bi xwe jî dixwen.