Gelê Amêdiyê bi bicîbûna pêşmergeyan li çiyayê Metîna kêfxweşin

Gelê Amêdiyê bi bicîbûna pêşmergeyan li çiyayê Metîna kêfxweşin

Îro hejmarek ji şêniyên bajarokê Amêdiyê ji bûy piştevaniya pêşmerge û nîşandana kêfxweşiya xwe jiber bicîbûna pêşmergeyan li serê çiyayê Metîna, her wisa ji boy bîranîna 5 pêşmergeyên bi destê PKKê hatîn şehîdkirin seredana baregehên pêşmerge li Metînayê kirin.

Îro roja pêncişemî 10/6/2021an, hejmarek herî zêde a gel li Amêdiyê seredana pêşmergeyên li serê çiyayê Metînayê da û piştevanî û kêfxweşiya xwe ji wan re diyar kir.

Gelê navçeya Amêdiyê ji hêla Lîwa “Ezîz Weysî” Fermandarê Hêzên Zêrevanî hatin pêşwazîkirin, piştre jiboy bîranîna şehîdên pêşmerge, ciwanên Amêdiyê destkên gula li ciyê şehîdkirina wan 5 pêşmergeyan danîn ku bi destê çekdarên PKKê li 5/6/2021an li çiyayê Metîna hatbûn şehîdkirin.

Gelê Amêdiyê bi bicîbûna pêşmergeyan li çiyayê Metîna kêfxweşin

Pustên heman beş