Wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişdariyek tund da PKKê

Wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişdariyek tund da PKKê

Wezareta navxwe a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbara êrîşên çekdarên PKKê li ser pêşmerge û planên nû yên PKKê ji boy tevlîhevkirina rewşa asaiyşa Hewlêra paytext weşand.

Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatye, PKKê hin wilatiyên xwedî nasnameyên Ewropayê şandine nava Herêma Kurdistanê de û dixwaze wan weke amûrek ji boy tevlîhevkirina aramiya Herêma Kurdistanê di bin navê grûpa aştî û azadiyê de bikar bîne.

Di beşeke din a daxuyaniya wezareta navxwe de hatiye, parastina aramî û seqamgîrîya nava Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext xeta sore û rê nadin di bin ti hêncetekê û li bin navê ti girûpekî, ev aramiye têk biçe.

Pustên heman beş