Li vê leyistoka fêlbazane bi nere!

Karaîlan dibêje: “Min dixwest serok Barzanî bibînim û tişteke veşartî jêre bêjim”, her wiha dibêje: “Ardogan xwest li Bakurê Kurdistanê agirbestê îlan bikîn û piştre şerê PDKê bikîn”.
Ji bo agahiyên bêhtir hevalan û xwendevanên birêzên vê nivîsa min, PKKe û şexsê Karayilan ji berî ghîştna ardogan ji boy destihlatê, ji sala 1987an şerê Kurdan li Başûrê Kurdistanê dke, bi teybt şerê Partîya Demokrat û ev şerê wan hêjan didome.
Lihevkirina li gel rejîma Sedam li 1987ê li dijî Başûrê Kurdistanê
Li sala 1982ê, Abdulla Ocalan bi destûra PDKê beşeka Gerîlayên PKKê ji boy eniyên dijî rejîma Tirkiyê veguhestin Başûrê Kurdistnê û li sînorê nêvbera Başûr û Bakur bi cî kirin, li dawîya meha adara 1983an, Elî Heyder Qeytan ji Sûrya gihîşt Tehranê û ber bi Rajanê bi rê ket û li wir civîn çêkir, paş civînê, Gerîlayên PKKê girûp girûp gihîştin Başûrê Kurdistanê, li roja 15/4/1984an yekem şerê çekdarî yê PKKê li dijî artêşa Tirkiyê çêbû, di vî şerî de, derbeyeke mezin bi Gerîlayên PKKê ket.
Damezrandina PAKê û dijatîya Parilmentoya Kurdistanê ji sala 1992an
Li sala 1987an, PKKe li dijî Başûrê Kurdistanê li gel rejîma Sedam lihev kir û 7 Pêşmergeyên PDKê di dema gotubêjan de girtin, heya roja me ya îro jî nexweyaye heger eve Pêşmerge hatibne şehîd kirin, yan jî bi rejîma Sedam hatine teslîm kirin.
Apo: Wê artêşa Tirkiyê kêşî Başûr kiîn û wê Başûr lê kîne Viyetnam!
Li sala 1991an, paş serhildana gelê Başûr li dijî rejîma Sedam, PKKê xwe weke altirnatîva rêxistinên Başûrê Kurdistanê nasand û ragihand ku li Başûrê ti guherîn bêy PKKê nayên encam dayîn û ji boy vê mebestê rêxistinek bi navê Partî Azadî PAK damezrand û li dema “Bereya Kurdistanî” li meha gulana sala 1992an biryara yekemîn hilbjartinê girtî û Parilmena Kurdistanê damezrandî, PKKê go: nabe gel girîngyê bi yasayên Parilmena Kurdistanê bide!.
Her di vê salê de, Ocalan rewşa Başûrê Kurdistanê û Viyetnamê danan ber hev û ragihand, emê artîşa Tirkiyê kêşî Başûr bikin û wê Başûr li wan bikin Viyetnam.
Hikûmeta şer û Parilmentoya Netewey
Di vê navberê de PKKê têza “Hikûmeta Şer û Parlimintoya Netewî” belav kir û li roja 14/4/1995an, parlimintoyek li Ewropayê ava kir û bi Parilmena Netewî nav kir, piştre parliminterên xwe ên xeyalî veguhestin Başûrê Kurdistanê û go: ev parlimin wê pêşiyê li Amerika û Tirkiyê bigre û wê xeteriyê ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dûr bike.
Dagîrkirina gundên Başûrê Kurdistanê
Karyîlan û PKKe bi bawer bûn ku piranîya gelê Başûr bi Partîya Azadî PAKê re ne, şer li Kurdistanê çêkir, artêşa Tirkiyê kêşî Başûr kir, lê belê rastî şikestinê hatin, piştre ragihand em rêzê li Parilmena Kurdistanê digrîn, lê belê paş nemana rejîma Sedam, bi pirojya dewleta faşêsta Tirkiyê, siyaseta xwe dewam kir, bêthir ji 500 gundên Dihok, Amêdî, Akrê, Sîdekan û zincîreya çiyayê Qendîlê dagîr kir, piştre hêdî hêdî ev navçe ji boy artêşa Tirkiyê bi cî hiştin.
Lihevkirna li gel Heşda Şabî
Li gel Heşda Şabî berjewendiyên komara Îslamî a Îranê parastin, li Kerkûkê, Mexmûrê û Şengalê li dijî Kurdan û hikûmeta Başûrê Kurdistanê milê xwe da milê Heşda Şabî, li cîhên dagîrkirî yên Başûrê Kurdistanê Herêmên Parastina Mîdya çêkirin û jiyan li wan gundan û liv û tevgera Pêşmergehên Kurdistanê asteng kir, bi awayekî ku ti kes nikarî ne çandinyê ji xwere bike û nejî ewlehîya Başûr li wan navçeyan bê parastin.
Çima partiyên siyasî yên Başûr bîr li wê yekê nakin ku PKKe bi wekalet pêş rejîmên dagîrker ve şerê Kurdistanê dike!.
Heya roja me ya îro jî li ser rêya Pêşmergehan mayînan diçîne, roketên Kornêt ku Amerîkayê ji bo şerê terora DAIŞê bi YPGê dane li Pêşmergehan dixe.
Li roja 5/6/2021an li Amêdiyê PKKê roketa Kornêt li erebeya Pêşmergehan xist, 6 Pêşmerge şehîd kirin û 5 jî birîndar kirin, pir ecêbe beşeka partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hêjan li himberî van destdirêjiyên PKKê bêdengin yan bi analîzên şaş vê kiryara terorîstî a PKKê li Başûrê Kurdistanê tenê bi dijî PDKê û jibo berjewnidîya xwe dibînin û bîr li wê yekê nakin ku Karyîlan û endamên konseya seroktîya PKKê bêy cudahî bi wekalet pêş rejîmên dagîrker ve şerê Kurdistanê dikin!.