Piştî şehadeta 5 pêşmergeyên Kurdistanê li Metîna, em bendê bûn ku rêveberê PKK ê Mirad Qereyilan daxuyanî bide. Ji ber ku Qereyilan fermandarê giştî yê baskê leşkerî yê PKK ê, navenda Parastina gel e. 6 pêşmergeyên ku di hefteya borî de şehîd bûy, bi fermana Qereyilan hatibûn şehîd kirin. Kesê ku di derece yek da berpirsê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Mirad Qereyilan e. Lê Qereyilan di axaftina xwe de tiştên ku berê gotibû dîsa dubare kir. Wî pir axivî lê tiştek ji negot. Wî canbazîya peyvan kir.
Di axaftina Qereyilan de, bingehek hewa gefxwarinê hebû wekî “ger hûn wekî ku em dibêjin nekin, em ê lêdana Pêşmerge bidomînin”, ji ber ku wî şehadeta 6 pêşmerga bi zelalî şîrove nekir bûyer bi demagojî û axaftinên hestyarî veşart. Lê digel vana, di axaftina Qerayilan de jî îtîrafek girîng hebû. Ger em rêzikên axaftina Qerayilan bi hev re lêkolîn bikin, em dikarin hem îtîraf, hem populîzma wî û hem jî vê yekê ku wî dixwest li gorî nebza girseyê şerbet belav bike xweya bikin.
Pêşniyara Tirkiyê ji PKK ê re çi bû?
Di axaftina xwe de Qereyilan bê ku tarîxê diyar bike got me bi heyetek Tirk re hevdîtin kirîye. Qereyilan got, “Çend meh berê, bi minasebeta heyetek ji hin dostan, dewleta Tirk, Teyîb Erdogan bi xwe, ji me ra xeber şand. wî çi got, ‘hûn li Bakurê Kurdistanê agirbest îlan bikin, lê hûn li parçeyên din ên Kurdistanê çi bikin jî, em ê destwerdanê nekin.’ ” Gelek dezgehên medya, taybetî Rûdaw, ew derxist manşetan û wekî bûyerek mezin servîs kir. Lêbelê, ev bûyer jixwe dihate zanîn.
PKK ê di 25ê Sibatê de ragihand ku ew bi riya rojnamevanê xwe Doxan Çetin bi Tirkiyê re hevdîtinê dike. Doxan Çetin yek ji kadroyên sereke ye ku PKK pê bawer dike. Ew kesek e ku rasterast bi fermana Cemîl Bayik û Mustafa Qarasû, tevdigere. Wî bi talîmatên rêxistina xwe gotarek nivîsand û ragihand ku “Tirkiye û welatek NATO bi PKK re di nava danûstandinan de bûn”. Her wiha Kadroyê PKKê Çetîn diyar kir ku Tirkiye di civînê de gotiye ku “Hêza darayî ya Tirkiyeyê heye ku sedsalek bi PKK re şer bike heye” û gef li PKK xwerine. Paşê rêveberên PKK ê daxuyaniyên eşkere dan û piştgirî dan nûçeya Dogan Çetîn behsa wê kirî.
Qereyilan rastiyê dibêje an jî Çetin Doxan?
Tiştên Qereyilan û Çetîn dibêjin ji hev cûda ne. ji wan yek teref rastiyê nabêje. Ji ber ku ew dizanin dewleta tirk na rabe gotinên xwe aşkera bike. Ji bo vê sedemê, PKK dê her carê vê civînê bi rengek cûda bike mijara megazîn ê. Lê tiştê tê fehm kirin ewe ku hevdîtinek çêbû ye. Ya rasttir, “Ma piştî sala 1999 an heya niha hevdîtinên dewleta Tirk û PKK ê qed sekinin e?”. Bê guman na. Hevdîtina PKK û dewleta Tirk her dem heye. Bi rêya Ocalan, bi rêya parêzeran, bi rêya parlementeran, li ser Ewropa hertim hevdîtin berdewam bûne. Mînak, dema ku Efrîn ji hêla Tirkiyeyê ve hat dagirkirin, Qereyilan got, “Rûsya û Tirkiyeyê heyetek şandîye Îmraliyê, ji bo em Efrînê berdin zextek mezin li ser rêberê me dikin, em rojên pêş de ji bo raya giştî vebêjin.” Lê heya niha jî nehatiye eşkere kirin. Ji ber vê yekê her dem hevdîtinên PKK û dewleta tirk hene.
Ma maqûl e ku Tirkiye ji PKK ê re gotibe “Hûn li Tirkiyê agirbestê pêk bînin, hûn li parçeyên din çi dikin, bikin”? Bê guman ev ne tiştekî maqûl e.
Ma Ji 2016 an ve PKK ê çi çalakî kirin ku zorê bide Tirkiyê?
Beriya her tiştî, ma li Tirkiyê agir heye da ku agirbest hebe? PKK li Bakurê Kurdistanê çalakiyek ku dê dewletê bêzar bike nake. Ev ne tiştekî nû ye. Ji sala 2017 an vir ve wusa ye. PKK ê Bakurê Kurdistanê vala kiriye. Ocelan û Haqan Fidan di 2013 an de li ser vê mijarê li hevhatin. Dema ku êrişa Daîş ê li ser Kobanî pêk hat, MİT’ê bi otobusan gerîla ji Amed, Garzan û Botan hildan û ew anînîn ber sînorê Kobanî, danîn. Otobusek gerîlla ya ji Amedê, bi çek û cil û berg, digel fermandarê wê (Gelhat) rakirin li rêkê da jî bêhnvedanek ji bo xwerinê dan û ew anîn ser sînorê Kobanî. Wê demê şer ji Bakurê Kurdistanê hate derxistin. Kêmek gerîlayên li bakur mayîn jî di şerê xendekan de hatin tasfiye kirin. Ji wê demê ve, gerîla li Bakur yek çalakiyek pêk neaniye. Di dema Darbeya 15 ê Tîrmehê de, dema ku Tirkiye di hundurê xwe de belav di bû, dîsa PKK ê yek çalakî li ser dijminî nekir. Evdila Ocelan û rêxistina wî 15 tirmihê li dor AKP kom bû nehişt dewlet têk biçe. Vê ca Qereyilan behsa çi agirbesta bêagir dike.
Niha Tirkiye di warê aborî, siyasî û dîplomatîk de di rewşa xwe ya herî xirab de ye, PKK ê li Tirkiye an li Bakurê Kurdistanê yek çalakiyek ku dewletê bihejîne ne kir û nake. PKK û Tirkiyê bi zanebûn şer derbasî axa Başûrê Kurdistanê kirî ye.
Ez dipirsim gelo bi rastî PKK û Tirkiye di vê mijarê de li hev kirin? An gotina Mirad Qereyilan a “Wan li Bakur agirbest ji me xwestin” îtirafek din e? Çima PKK li Bakur şer nake? Çima dibêje ku em başûrê Kurdistanê diparêzîn, lê çima ew li dijî dagirkeriya Tirk li Bakurê Kurdistanê çalakiyên leşkerî nake? Mirad Qereyilan di axiftina xwe de, dibêje ku ew bi tektîkên mezin ên nû her gav li ber xwe dide û dijmin nikare gav pêşde pavêje. Baş e, çima ew naçe û wan taktîkên “nû” li Gabar, Cûdî, Andok û herekolê na ceribîne?
PKK ê têkilîyek çawa bi hêza Tirk ya li Şêladizê û Kanîmasê heye?
Ger berxwedanek wusa heye, çima li çiyayên Bakurê Kurdistanê dengê yek fîşek jî nahê? Qereyilan di axaftina xwe ya ku di 1 ê Gulanê de li ANFê hat weşandin de digot ku êrîşa li dijî binkeyê kontrolê ya Tirk a li Şêladizê, êrîşek hişyarî yê bû.
Qereyilan got, “Ji ber vê yekê, ew hişyarîyek bû ku van hêzên dagirkeran, ên ku berê li Başûr bicîh bûne, hereket nekin û nekevin nava vî şerî. Ger ev hêz tevlî şer bibin, ew ê li her deverê bibin hedefa hêzên me. Ev îmkan me hene. Em bawer dikin ku dê ev peyam bigihîje cîhê pêwendîdar.” Qereyilan, peyamek ji hêzên Tirk ên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê re şand. Dîyar bû ku PKK li başûrê Kurdistanê ligel hêza Tirk dinava pêwendîyan da ye. Ango PKK ê li gel hêza tirk ya Şêladizê peymana neêrişkirinê îmze kirî ye. Li hev du naxin.
Qereyilan di nava peyvên xwe de îtîraf kir?
Gava ku têkiliyek wusa kûr di navbera PKK û dewleta tirk de heye jî, yên ku şîroveyek biçûk jî dikin dibêjin, “Hatina Pêşmerge ya qadê ji bo xizmeta dewleta Tirk e.” Dema ku PKK têkiliyek wî ya bi vî rengî ya bi guman bi dewleta Tirk re heye, lê ew her kesî wekî ajanê Tirk û xizmetkarê Tirkan, destnîşan dike û sitêrkê berûvajî dike.
“Şerê” di navbera PKK û Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê gihiştiye nuqteyek wusa ku şereke çi layen xisar nabin. Tirkiye bi gotina ku ew li dijî PKK ê şer dike xaka xwe mezin dike, PKK jî di bin navê “ez dijî dagirkeriyê şer dikim” girseya xwe mezin dike û li Başûr xwe mayînde dike. Gava ku hemî perçe werin bahev, mirov bi zelalî dibine ku Tirkiye û PKK ne dijmin ê hevin.
Ger wekî Qereyilan dibêje, Tirkan “li Bakur agirbest ji PKK xwestin”, wusa dixuye ku PKK wê qebûl kiriye. Ji ber ku li Bakur şer tune û şerê li başûr tenê zirarê dide başûrê Kurdistanê.
Têgiha “heremên Gerîla” di ferhenga PKK ê de
Qereyilan din ava peyvên xwe de dibêje, “Wan sala 1995 an de bi peymanekê ev devere dane me, û di 2013 an de, me gerîla ji Bakur kişand, me ew anîn vir. Kek Mesûd bi vê yekê dizanibû, wî çima hingê dengê xwe nekir?” Lê ji wê demê û vir de gelek av di bin pirê re derbas bûye.
Yê Peymana 1995 an ji nav birî PKK bû. Piştî 2000 an, PKK ê bi qada xebata xwe ve eleqedar, qebûl kir ku tenê xebata siyasî ya legal li başûr bimeşî ne. Lê niha PKK hewl dide ku bi hevkariya Heşda Şabî û Iranê Herêma Kurdistanê dorpêç bike. Li gelek deveran Şervanên xwe weke leşkerên heşda şabî bi nav dike û bi cîh dibe. li gel hêzên dagirker dijî Hikûmeta herma Kurdistanê xebatek neyarane dimeşîne.
Hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîrê wê rasterast Mesrûr Barzanî dikin hedef, mirovan digirin, înfaz dikin, dikevin nav siyaseta navxweyî ya Herêma Kurdistanê, kadroyên xwe dişînin di bin navê gel de nivîsgehên PDK ê li Silêmaniyê dişawitînin. Dijî PDK meşan dikin. Paşê ew dibêje em berê li vir bûn, ev warê me ye.
PKK ji tu kolonyalîs û Dagirkeran daxwaza axê nake, tenê ji herêma Kurdistanê daxwaz dike.
PKK, Cemil Bayık û Mirad Qereyilan, ji tu welatekî daxwaz a axê nakin, lêbelê bi rihetî dibêjin ku perçeyek axa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya me ye. PKK ya ku bi têgînên Tirkbûn û Îranî bûnê dixaze li gel sîstemên kolonyalîzmê entegre bibe, lê ew PKK qet nafikire ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê netegre bibe. Loma em dibêjin çiyayên herêma Kurdistanê di bin dagirkirina Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK de ne.
Ew dibêje Pêşmergeyên Roj nikarin werin Qamishlo, lê ew dibêje ka em bi çeken xwedestên xwe bihejînîn û têkevîn navenda Duhok ê. Ew Pêşmerge şehîd dike, lê mîna ku Pêşmerge li çiyayê Agirî an jî Dêrsimê êrişî wî dike, qiyametê radike. Di holê de çi birakuji nîne. Gava ku du alî êrîşî hev dikin di be birakujî. Nûke êrişek PKK ê heye. Pkk yê şerê birakujî zix zixî ne.
Parlamenter Rêvîng Hirorî, ku gundê wî di bin êrişên dagirkeran da ye, pir baş got, “Desteserkirina beşek ji axa Herêma Kurdistanê dagirkerî ye; Çi dewleta Tirk be çi PKK be qed ferq nake.” Tevahiya axaftina Qereyilan ji bo veşartina vê tevgera dagirkirina du alî ya (PKK û Tirk) li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.