Li helebce teqîn çêbû û kesekî canê xwe ji dest da

Li helebce teqîn çêbû û kesekî canê xwe ji dest da

Teqînek îro li navenda bajarê helebce yê başûrê kurdistanê çêbû, kesekî canê xwe ji dest da.

Îro rojl duşemiyê 14/6/2021an, li taxa Şarewanîya bajarê Helebceyê li Başûrê Kurdistanê, teqînek çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye.

Polîsên Helebceyê, ragihandin: hêj nayê zanîn ku teqîna îro bi sedema bombeyê, yan jî kembera bombekrî yan tiştekî din bûye.

Her wiha dest nîşan kir, kesê ku canê xwe ji destdaye ji ber bandora teqînê nasnameya wî nehatîye zanîn.

Polîsan dest nîşan kir, Asayişa Helebceyê dosiye girtiye cem xwe û têkildarî bûyerê dest bi lêkolînan kiriye.

Bi gotina hemwelatiyekî Helebceyî ku nêzîkî cihê bûyerê bûye, teqîn li nav baxeke li Taxa Şarewanî çê bûye.

Pustên heman beş