Hêza parastina Şengalê hat damezrandin

Hêza parastina Şengalê hat damezrandin

Hêza parastina Şengalê hat damezrandin û dosyaya ewlekarî ya navenda Şengalê wê di destê hêzên polîs de be û artêşa Iraqê jî dê derdora navçeyê biparêze.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanmî, do Duşemê 14ê Hezîrana 201ê, bi Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemerî serdana parêzgeha Neynewa kir û di dema hevdîtina li gel fermandarên asayişa Neynewa de diyar kir, komîteyeke emnî heye, dê rasterast çavdêriya hemû rewşên dosyayên têkildarî ewlekariyê yên navçeya Şengalê bike.

Herwiha Osman Xanmî da zanîn, ew komîte dê bi mebesta gotûbêjkirina rewşa ewlekariyê, serdana her du navçeyên Mexmûr û Şengalê bike.

Xanmî di berdewamiyê de destnîşan kir, dosyaya ewlehiyê li navenda Şengalê di destê polîsan de ye û artêşa Iraqê jî dê derdora navenda navçeyê biparêze û herwiha hêzek bo parastina ewlehî û aramiya navçeya Nemrû hate damezrandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 9ê Cotmeha 2020an de, Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa qezaya Şengalê û birêvebirina qezayê ji aliyê îdarî, emnî û xizmetguzarî ve gihiştin rêkeftinê. Rêkeftin ji sê teverên îdarî, emnî û avedankirinê pêk tê û paşkoyeke 9 xalî jî li xwe digire, ku têde xişteya çavdêriya ji bo cîbicîkirina rêkeftinê û asayîkirina rewşa Şengalê hatiye diyarkirin.

Li gor rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şengalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimîn, lê belê rêxistina PKKê rêkkeftin asteng kirîye û di Şengalê de cî girtîye.

Pustên heman beş