Bi qasî 6 milyar dolaran zirar ji sedema dagîrkerîya Tirkiyê bi Başûrê Kurdistanê ketine

Bi qasî 6 milyar dolaran zirar ji sedema dagîrkerîya Tirkiyê bi Başûrê Kurdistanê ketine

Bi sedema êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê, bi qasî 6 milyar dolaran zirar bi Başûrê Kurdistanê ketine.

Li gor raporeka dewleta Îraqê ku îro roja sêşemiyê 15/6/2021an hatîye parvekirin, zirarên ku heya niha bi sedema êrîşên dagîrkerîya Tirkiyê bi Başûrê Kurdistanê ketine, bi qasî 6  milyar dolaran tê xemlandin.

Dest nîşan kir, Tirkiye li ser xaka Başûrê Kurdistanê êrîşa PKKê dike, ev yêk jî bûye sedem ku bi sedan malbatên gundên navçeyên sînorî aware û derberder bin.

Li gorî raporê: di van mehên dawîn de, artêşa Tirkiyê 20 kîlometroyan kûrahî navçeyên sînor, gund, bax û bîstan û zeviyên çandiniyê rast kirine, ev zirar bi qasî 6 milyar dolarî ye.

Pustên heman beş