Bi vîdyo – Li Efrînê otomobîleke bombe kirî teqîya

Otomobîleke bombe barkrî, îro li herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê teqiya, teqîn li ser rêya navçeya Şerayê çêbûye.

Hat ragihandin ku îro danê nîvro li bajarê Efrînê otomobîleke bombebarkirî di nav bajar de teqiye.

Li gorî zanyariyan bûyera teqîna otomobîlê li ser rêya gundê Kefir Cene yê girêdayî navçeya Şera rû daye.

Hat ragihandin ku ajovanê otomobîlê di teqînê de can daye û kesekî din jî birîndar bûye.

Pustên heman beş