Li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji bo demokratîkirna Tirkiyê dane kuştin

Li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji bo demokratîkirna Tirkiyê dane kuştin

Rêxistina PKKê îro nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir ku bi destê eskerê Tirk li ser xaka Başûrê welat hatine kuştin û ragihandîye: ew hêjan zarok bûn wexta wan “Tevgera Apoyî” nas kirî.

Navenda çapemenî û ragihandinê ya HPGê balê leşkirî yê PKKê, îro roja çarşemî 16/6/2021an, nasnameya 3 çekdarên rêxistinê eşkere kir ku bi destê artêşa Tirkiyê li navçeya Zapê ya Başûrê welat hatine kuştin.

Li gorî daxuyanîya HPGê, her yêk ji “Mihemed Kadir, Rostem Garzan û Medya Elî” li roja 31/5/2021an ketine ber êrîşeka dewleta Tirkiyê û can dane.

Rêxistina PKKê ev 3 çekdar ji Rojava kurdistanê kêşî başûr kirine, ew jî mîna doza Rojava bê rumet kirin û di take perçeya azad ya Kurdistanê de, ji bo demokratîk kirina Tirkiyê bi kuştin dan, di daxuyanyê jî de pir bi rû qaymî gotîye ku van hevalan hêj di zaroktîya xwe de fikir û felsefa Apo nas kirîye û fêm kirîye.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirna şervanan, pişt bestinê li ser xapandin û revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navnetewî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin, PKKe ku zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tvenga xwe dibîne, wan ji boy demokratîk kirina Tirkiyê û Biratîya saxte a Gelan bi kuştin dide û piştre tê û dibêje fedayê Apo be.

Pustên heman beş