Dadgeha destûrî doza girtina HDPê lekolîn dike

Dadgeha destûrî doza girtina HDPê lekolîn dike

Dadgeha destûrî a Tirkiyê li ser doza girtina Partîya Demokratîk a Gelan HDPê biryar da li 21î vê mehê lekolîn bê kirin.

Dadgeha destûrî a Tirkiyê, li derbara girtina HDPê rapor parvekir û têde eşkere kir, roja 21/6/2021an yekem lekolîna li ser doza girtina HDPê bê krin.

Li meha rabûrî doza girtina HDPê gihiştbû dadgeha destûrî, lê belê ev doz hat ragirtin û vegerandin ji bo dozgeriyê ji bo ku kêmasiyên têde werin çareser kirin.

Dadgeha destûrî a Tirkiyê jî wê biryarê bdie, kanê HDPe wê bimîne yan jî wê were qedexe kirin.

Serokê dozgerîya Tirkiyê tev biryar, dosiye û daxuyaniyên berpirsên HDPê weke dokyoment kom kirine û dibêje 843 rûpel weke dokyoment li ser HDPê hatine kom kirin.

Berpirsên HDPê jî sikala dozgerîya Tirkiyê bi pîlana AKPê dizanin û hevserokê berê ê HDPê gotibû: pêwîste HDPe û AKPe bi hevra bên girtin.

Pustên heman beş