200 donem daristanên Dêrsimê şewtîn

200 donem daristanên Dêrsimê şewtîn

Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan û goristanekê ket û piştî çend demjimêran ji hewildanê ew agir hat kontrolkirin.

Li bajarê Dêrsimê ji ber sedemeke ku nayê zanîn, agir bi daristanên gundê Çixekê ket û di encamê de jî 200 donemên daristanan şewitîn.

Ji bo vemirandina agir, tîmên şaredariya Dêrsimê û her wiha rêveberiya daristanan a wê parêzgehê yekser çûne cîhê agir û piştî çend demjimêran ew agir kontrol kirin.

Di demên derbasbûyî de jî ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê li wê navçeyê, gelek caran agir bi daristanên wê parêzgehê ketiye. Lê sedemê agirê vê carê hîna nayê zanîn û lêkolînên li ser wê bûyerê jî berdewam in.

Pustên heman beş