PKKê bac li ser vê texa şêniyên Başûrê Kurdistanê feriz kirîye

PKKê bac li ser vê texa şêniyên Başûrê Kurdistanê feriz kirîye

Rêxistina PKKê bac li ser cotkar û xwediyên pez li Sîdekanê feriz kirîye, birêvebrê nahiya Sîdekanê jî dibêje: tevî ku bacê ji cotkaran distînin, mayînan jî li ser rêkên giştî diçînin.

Êhsan Çelebî, birêvebirê nahiya Sîdekanê li derbara tewan û cînayetên rêxistina PKKê li sînorê Sîdekanê daxuyanî da û got ku çekdarên rêxistinê ev demeke bacê ji cotkaran, hinek şênî û kesên ku pez xwedî dikin, distînît.

Her wiha dest nîşan kir, tevî stendina bacê,  çekdarên PKKê mayînan jî li ser rêkên gundan û rêkên giştî diçînin û ev yêk bûye xeterîyek ku gelê Sîdekanê rojane jiyan dike.

Li gorî agahiyên nahiya Sîdekanê, bi sedema şer û pevçûnên PKKê heya niha ji sercema 264 gundên Sîdekanê, 118 gund vala mane û şêniyên wan koçber bûne.

Pustên heman beş