Artêşa Tirkiyê îro eşkere kir, 9 çekdarên PKKê li herêma Başûrê Kurdistanê hatine kuştin, her wiha HPGê go, me jî 7 esker ceza kirine.
Wezareta parastina netewî a Tirkiyê îro li hesaba xwe ya twitter ê nivîsandîye, li herêmê operasyona Penca Baz li Bakurê Îraqê, 9 çekdarên PKKê di dû êrîşên ji hev cuda de hatine kuştin.
Li himber vê HPGê îro daxuyanî da û eşkere kir, Gerîlayên wan jî 7 esker li Xwakurkî ceza kirine û bêy ku bibêje kanê hatine kuştin yan birîndar kirin.
Dem bo demê artêşa Tirkiyê û HPGê amara zirarên canî yên hev parve dike, lê belê herdû alî rast nabêjin û van agahîyan weke şerekê derûnî li dijî hev parve dikin, di vê navberê de, tenê xelkê Başûrê Kurdistanê zirara şerê PKKê û Tirkiyê dide.