PSK: Hikûmet beramber êrîşan bêdeng e

PSK: Hikûmet beramber êrîşan bêdeng e

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê êrişa dijî avahiya Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) ya li Îzmîrê ragihand “Hikumeta AK Partiyê li hember êrişên li dijî muxalefetê bêdeng e, pişta êrişkaran mist dide.”

Îro roja pêncşemê 17.06.2021ê PSKê derbarê êrişa dijî avahiya HDPê li Îzmîrê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê jî de êrîşa li ser HDPê û kuştina endama HDPê bi tûndî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Li gorî nûçeyên medyayê, kesek ku êrîşî avahiya HDPê li Îzmîrê kiriye, di heman demê de endameke jin a HDPê jî di hundirê avahiyê de qetil kir.”

PSK kiryarên hikûmetê yên dijî muxalefetê bibîr xist û ragihand: “Pêştir jî xwestin Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû were lînçkirin û serokên partiyên siyasî rastî êrişê hatine. Li Kurdistanê, zext û astengiyên li pêşiya çalakiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibin. Her roj, bi sedan siyasetmedarên Kurd têne darizandin, girtin û davêjin zindanan. Doza girtinê ya li dijî çar partiyên ku peyva Kurdistanê bikar anîne didome. Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) her çend hemû belge û proseya pêwîst ên ji bo damezrandina fermî temam kiriye jî, lê Wezareta Navxwe belgeyên wê wernagire.”

PSK tekez dike ku hikumeta AK Partî li hember êrişên li dijî muxalefetê bêdeng e û Dibêje: “Desthilatdariya AKPê, pişta êrişkaran mist daye. Dadgeriya ku di bin fermana desthilatdariyê de ye, erkên xwe bicih nake.”

Herwiha PSKê ragihandiye: “Êrişa li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê yekem êrişa dijî aliyên muxalif a rejîma yek zilamî a dagirker nîne. Eger wiha berdewam bike, dê nebe êrişa dawiyê jî. Em êrişa li dijî Rêxistina HDPê ya Îzmîrş ku li pêş çavên hêzên ewlehiyê hate encamdan protesto dikin. Em sersaxiyê ji malbata kesa di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye û ji HDPê re dixwazin.

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê rastî êrişa kesekî hat û hewla şewitandina avahiyê hat dayîn û di encama wê êrîşê de endameka HDPê ya bi navê Denîz Poyraz hat qetilkirin.

Pustên heman beş