Aram Fethî nivîskar û hozanvanê bajarê Merîwanê ê Rojhilata Kurdistanê ji hêla hêzên ewlehîya Îranê hat bin çav kirin û ji boy cîhekê nediyar hat veguhestin.
Li gorî rêxistina Hengaw a mafên mirovan, li roja pêncşemîya rabûrî 17/6/2021an, hêzên ewlehîya Îranê bi ser mala Aram Fethî nivîskar, hozanvan û çalakvanê medenî ê bajarê Merîwanê de girt û ew bin çav kirin.
Malbata fethî eşkere kirine, kesên ku Fethî bin çav kirî û li gel xwe birî, tu dokyomenteke edilyê pêre nebû.
Rêxistina Hengaw dest nîşan kir, hêza ku Fethî bin çav krî, mala wî jî pişknîn kir û alavên dîcîtal ên weke kompyoter û mobîla Fethî li gel xwe birine.
Hêjay gotinê ye, Aram Fethî ev ne cara yekemîne ji hêla hêzên ewlehîya Îranê ve tê bin çav kirin, li salên rabûrî jî çendîn caran di vê rewşê de derbas bûye.